Li gorî dîroknasên bi wijdan û bêalî di pirtûkên xwe de nivîsîne; Piştî ‘Herba Yekemîn a Chanê, neyarên ecnebî bi temamê hêz û qewetên xwe êrîşê welatê me kirine. Temamê gelan; Kurd, Tirk, Laz û ‘Ereb milên xwe dane hev û bi kal û xortên xwe, bi zilam û pîrekên xwe berxwedan û tekoşîneke bêhempa û destanwarî nîşan dane. Û ewan neyarên ecnebî ji welat derxistine.
Lê mixabin piştî di ‘herbê de mizafer bûne wan kesên ku bûne îdarevanê vî welatî îxaneteke pir mezin bi gelê xwe re kirine. Pişt re bi destê wan xayînan Cumhûriyet hatiye îlankirin. Hikûmeta ku nû hatiye avakirin li ser hesabê neyaran biryaran dane. Ji welatên ecnebîyan qanûnan îthal kirine. Paşî wan qanûnan bi navê înqilaba tetbîq kirine. Ji wan înqilaban yek jê jî di 30ye meha mijdara 1925an de bi navê “Rakirina Terîqetan û Girtina Medreseyan” hatîye îlankirin. Wekî temamê înqilaban ev înqilab jî bûye destpêka fermana ‘alim û feqî û oldaran. Êdî dibe xelaya dîn û dîndaran.
Gava ku ev înqilab li ser ‘erda vî welatî tê tetbîqkirin êdî him hînkirina Qur’anê û him jî hînbûna Qur’anê tê qedexekirin. Kesên bawermend ê ku dizanin Qur’anê bixwînin ji bo ku zarokên gelê Kurd bi’elimînîn Qur’anê temamê talûkeyan dixin çavên xwe. Di cîyê tarî û tenha de wek şikeft, axur û newalan de dersên Qur’anê didin. Ger ku îro li ser ‘erda vî welatî hêjî Qu’ran tê xwendin û tê hînkirin ev tevek xêr û bereketa wan mele û sofîyan e.
Îja piştî wan dewrên zor û ze’hmet li vî welatî dem hatin pirsgirêkên li pêşîya Qur’anê hêsan bûn. Û dem jî hatin pirsgirêk bûn girêhişk û man.
Di navbera salên 1990î û 2000î de li vî welatî hinek xort û ‘egîdên mêrxas peyda bûn. Bi telîmatê Rêberê xwe wek gîhayê pirparê li Kurdistana Bakur belav bûn. Di pêşîvantîya Şehîd Ehmed û rehmetîyê kekê Sudan de gelek xortên heremê bûn Evîndarê Pêxember. Lê belê li gorî sunnetûllahê lazim bû ku bedêl bê dayîn. Mêrxasên Huseynî roja ku Evîndarîyê qebûl kiribûn temamên bedêlan jî qebûl kiribûn. Ji wan mêrxasan hinek jê bi deh salan ketin zîndanan jî dev ji Evîndarîya xwe bernedan.
Em gotina xwe bînin îro! Îro roj em tev ji vê pêvajoyê gilîdar in. Kur û qîzên me êdî bi xebera me nakin. Rewşa civakê roj bi roj xerab dibe. Çareseriya gelan di zivirandina hînbûn û hînkirina Qur’anê de ye. Lê belê vê carê ewê bi tenê Evîndarê Pêxember singa xwe ji bedêlan re veneke! Gerek vê carê temamê civakê ji bedêl dayînê re amade bin.