DOLAR
34,5424
EURO
36,0063
ALTIN
3.006,41
BIST
9.549,89
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağmurlu
16°C
Diyarbakır
16°C
Yağmurlu
Pazar Çok Bulutlu
8°C
Pazartesi Hafif Yağmurlu
7°C
Salı Az Bulutlu
8°C
Çarşamba Az Bulutlu
9°C
Advert

XIRSA MALÊ DINYAYÊ Û AQÛBET

21.11.2021 20:04
684
A+
A-

Bi navê Xweda,
Xwendevanên ‘ezîz, divê nivîsêde ez dixwazim li ser nexweşîneke manewî bisekinim. Xweda bike
nesîb ezê di derheqê xirsa malê dinyayê de qiseteke pir balkêş binivîsim.
Ji bo vê qisetê emê bikevin nava pelên dîrokê û herin wextê Hezretî Îsa. Rojeke Hz. Îsa ji bo teblîx û
îrşadê derdikeve bi rêyeke dirêj de. Dirêde laqayê şexsek tê wî şexsî ji Hz. Îsare dibêje;
-Ey qencê Xweda! Wî cîhê ku tê herîyê ezê jî herim wêderê. Ger tu destûr bidî, ez dixwazim
rêhevaltîya te bikim. Tu jî zanî ku rêya tê herîyê dirêje û gava meriv bi tenê derdikeve rêya
dirêj pirî caran tehb û diltengî ji meriv re çêdibin. Hz. Îsa teklîfa rêhevaltîya wî qebûl dike.
Derdikevin rê, bi saetan bi rêde diçin û ji êbo bêhna xwe bidin li ber kanîyek disekinin. Herdu jî, him
birçî bûne him jî tî bûne û betilîne. Hz. Îsa ji tûrikê xwe sê heb nan derdixe. Yekê dide rêhevalê xwe,
yekê ew dixwe û evê sisêyan jî dîsa dixe tûrikê xwe. Hz. Îsa ji bû avê vexwe diçe ser avê gava
vedigere dinêre nanê sisêyan tineye. Ji rêhevalê xwe dipirse:
– Hevalê hêja êwî nanê mabû qey te xware? Eger te xwaribe jitere ‘efîyet û noşîcanbe.
Rêhevalê Hz. Îsa xwe hiltîne li ‘erdê dixe û dibêje;
– Qetiyen haya min ji wî nanî tuneye. Wexta tu çûyî ser avê, ê min jî berêmin ketibû aliyekî
dinê. Dibe ku ajalek hatibe û wî nanî xwaribe.
Hz. Îsa dinêre ku rêhevalê wî derewa dike û pî dide ‘erdê. Gotinê zêde dirêj nake û dîsa rêhevaltîya
xwe bihevre didomînin. Dîsa qederek dirêj birêde diçin. Birçî dibin lê biwanare ji bo xwarinê tiştek
jî nîne. Herdu jî ji bo tiştek xwarinê bibînin li derûdora xwe mêze dikin. Dinêrin ku way xezalek û
duheb çêçikê wê bihevre diçêrin. Hz. Îsa gazî hebeke çêçika xezalê dike, çêçik wek ajalên kedîkirî tê
bal wan, Hz. Îsa û rêhevalê wî, ewê xezalê serjê dikin. Li ser agir wê çêdikin û dixwin. Paşî Hz. Îsa li
ber çavên rêhevalê xwe ji wan hestî û çermê ku ji ber wan mabibû re dibêje;
– Bi destûr û fermana Xwedê ey xezala xweşik! Tu dîsa bibî xweyî ruh û herî bal bi dayîka xwede.
Liber çavê rêhevalê Hz. Îsa goşt û hestî digihîjin hev û ruh dikeve xezalê paşî wê çêçikê diçe bal
dayîka xwe. Hz. Îsa ji rêhevalê xwere dibêje;
– Ti bidî xatirê wî Xwedayê ku ev mucize nîşanê te daye, tu rast bêjî ewî nanê ku ji ber me mabû
çibû jê? Rêhevalê wî yê bêbesîret û kêm aqil dibeje;
– Ger min xwarîbûna minê rastîyê bigotana, ez dîsa dibêm haya min ji wî nanî tuneye.
Dîsa bihevre der dikevin rê û têne ber çemeke kur û mezin. Hz. Îsa ji hevalê xwere dibêje;
– Were bi destê min bigre. Rêhevalê wî tê balê bi destê Hz. Îsa digre û herdu bihevre li ser
avê dimeşîn û çem derbas dikin. Hz. Îsa piştî wê mucîzê dîsa ji rêhevalê xwere dibêje;
– Ti bidî xatirê wî Xwedayê ku ev mucize nîşanê te daye, rast bêje ewî nanê ku ji ber me
mabû çibû jê? Rêhevalê wî yê bê ûjdan dîsa dibeje;
– Ger min xwarîbûna minê rastîyê bigotana, ez dîsa dibêm haya min ji wî nanî tuneye.
Hz. Îsa û rêhevalê xwe cardin derdikevin rê û têne çoleke bêdar û bêdevî. Dîsa ji bû îstirhet bikin
disekinin. Hz. Îsa lodeke qumê dide serhev û dûvre destên xwe ji bû dua yê radike û dibêje;
– Ya Rebbî ji bû xatirê meznatîya xwe Tu vê loda qumê bikî zêr. Bi destûr û fermana Xweda,
wê loda qumê li ber çavên rêhevalê wî dibe zêr. Hz. Îsa wê loda zêran dixe sê par û dibêje;
– Evê Para yekemîn ji min re ye, ya duyemîn jî bira jitere be û wêya sêyemîn jî, bila ji ew kesê
ku nanê sisêyan xwaribû rebe. Rêhevalê hêja! Wê carê wek masîyê biser avê dikeve xwe
davêje holê û dibêje;
– Ha Îcar te ligorî dilê min got ha! Ey qencê Xweda te got nanê sisêyan ne werê. Wî nanê
sisêyan ma ewê ji xeyrî min kî xwaribe? Helbet min ew nan xwar. Û ji ber ku wî nanî min
xwariye ewê para zêran a sisêyan jî jiminre be. Lê hay û guman a rêhevalê Hz. Îsa jê
nemabû ku piştî wê îtirafê bi hal û hereketên xwe liber çavên Hz. Îsa bibû mîna meymûna.
Hz. Îsa ji xwere lê temaşe dike û ji bo menfî’eta malê dinyayê haletê ku însan xwe dixê
dibîne dilê wî lihev dikeve. Ji rêhevalê xwe yê çav birçî re dibêje;
– Heval piştî wê yekê rêhevaltîya min û te livir qedîya, bira para min a zêran jî jitere be û
bixatirê te. Lewra ez û kesê derewçî û kesê li ser malê dinyayê hevqas bixirsbe em nikarin
bihevre rêhevaltîyê bikin.
Rêhevalê hêja! Qet poşmanî û şermî, jê çênabe heta kêfxweş dibe û ji kêfa dike dîn bibe. Lewra
lodek zêrên zer jêre mane. Kîsê xwe dide ber zêran û dadigre. Lê belê haya wî jê tune ku ewê çi
tofan bi serê wîde vere. Hêja werê ji nişkava li wê çola vala dinêre û dibîne ku du heb siwarî
berpêde tên. Gava siwarî tên balê dinêrin ku lodek zêrên zer liber şexsek bi tenêne. Jê re dibêjin;
– Heval gelo tu çi kesî? Bi tena serê xwe livê çolê çi dikî. Gelo vê loda zêrên ku liber tene te ji ku
derê anîye. Heger tu jî bipirsî bejî hun kîne. Em kesên rêbir û keleşin û werê xuya dike ku îro roj
roja meye ya qenc eve ku em te bikujin û vê loda zêran jî jimere bimîne. Rêhevalê hêja! Av diçe binî
û ji naçarî nerm dide berê ji wan re dîbêje;
– Hevalên hêja, vêga hun min bikujin wê çi bikeve destê we? Ji bû malê dinyayê qey hûnê
bibin qatil. Werê xuya dike ku ez hezkirîyê Xweda bûme lewra ez jî mabûm heyirî min digo ka ezê
çava vê loda zêra bikşînim. Xweda ligorî dilê da min û hevalên wek we jimin re şande. Îcar ya qenc
ewê ku em zêran bixin sê paran û heryek jime em rakin parekî. Herdu eşqiya vê teklîfê di’ecibînin.
Piştî ku lihev dikin, yek ji wan eşqîyayan dibêje;
– Ez pir birçî bûme gelo ma qey hun jî birçî nebune? Herdu yên din dibejin;
– Belê em jî pir birçî bûne, ya qenc ewe ku tu çend heb zêran bibî bajêr û jimer xwarinê bînî.
Eşqiya yê ku doza xwarinê kiribû radije çend heb zêran û diçe bajêr. Rêhevalê Hz. Îsa û eşqiyayê din
liber zêran dimînin. Rêhevalê Hz. Îsa fi’êleke Şeytanî tê aqlê wî û ji eşqiyayê li balê maye re dibêje;
– Heval ma qey em bêaqilin? Çima emê zêran bixin sê paran, ez bim ya qenc ewe ku wexta wî
hevalê me jimera xwarinê çava bîne em bihevre wî bikujin û para wî jî di navbera xwe de parî bikin.
Eşqîyayê li balê teklîfa wî ya Şeytanî qebûl dike. Li aliyê din, wî eşqîya yê ku çubû bajêr xwarinê
bîne jî diberxwede dibêje;
– Kuro nebî nebî tu bêaqilî nekî ha! Îroj roj roja teye, here bajêr livir xwarina xwe têr bixwe û
xwarina ku tê ji wan re bibî jî jehrîye lê bike. Wexta ku wan herduyan xwarinê xwarin û mirin jixwe
wê temamê zêran bimînin jitere. Bi vî xeyalî bi bal hevalên xwe de diçe. Çawa digihîje cem wan,
herdu bihevre êrîşê ser dikin û wî dikujin. Paşî bi dil rihetî dikevin ser xwarinê û têr dixwin. Di
navbera çend deqîqe de bi tesîra jehrîyê bi devûrû dikevin ser zêrên zer û can didin. Çend rojen
dinê Hz. Îsa wexta jibo here bajarê xwe dîsa diwirde derbas dibe, dinêre ku sê heb şexsên mirî biser
zêran de ketine. Werimîne û bêhn ketîye laşên wan bûne wek beratê heywanan. Hz. Îsa ji xwere li
hale wanê bi îbret dinêre û dibêje;
– Ey dinya ha tu evî!
Belê xwendevanên hêja wan tiştên ku meriv ji Rebbê Alemê dur dike gere meriv jî xwe jê biparêze
û meriv tim û daîm qenaetkar be. Hîvza xwe ji xirsa malê dinyayê bike û serê meriv jî têde here
gere meriv tu carî bi derewan ‘emel neke. Xweda Teala ji vê qiseyê îbretgirtinê bike nisîbê me
tevan.
Emanetê Xweda bin.

ETİKETLER: ,
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.